Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esed Careke Din wek Serokê Sûrîyê Dest bi Karê Xwe Dike


Serokê Sûrîyê Beşar Esed sond xwar û bo heft salan dest bi seroktîya welêt kir, mehekê piştî wî di hilbijartinên bin kontrola hikûmetê de serkeftin dest xist.

Esed îro Çarşemê bi merasîmeke fermî li qesra seroktîyê û bi hazirbûna endamên parlemanê sond xwar û dest bi karê xwe kir.

Wî hişyarî da ku dewletên Rojava û Ereb ku piştgirî didin “terorîstan" wê hesaba wê yekê bidin.

Hikûmeta Sûrî jibo serhildayên ku dijî wê şer dike, peyîva terorîst kar tîne. Tê zanîn ku dewletên Rojava û yên Ereb, wek alîkarî, çek û pere dane serhildayan ku ji sê sal û nîv vir ve şerî Esed dikin.

Hikûmeta Sûrî ragihandibû ku birêz Esed 89 ji sedê 10 mîlyon dengdêrana wergirtibûn.

Hêjayî gotinê ye Amerîka û Yekîtîya Ewropa ew hilbijartin bi tundî şermezar kribû.

XS
SM
MD
LG