Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq, Êrîşên DAÎŞ û Nêrînên Amerîkîyan


Li Bexda tirs û xem hene ku dîmenên wiha yên piştî peqîna otomobîlî wê bibe jîyana normal.

Li bakurê welêt Şîa ji cî û warên xwe direvin ku canê xwe ji destê Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) rizgar bikin.

Abbas Alî ku Şîayekî Turkman e wiha dibêje:

Hin kes di bin kavilên xanîyên xwe de man û mirin, hinekên din jî bi guleyan hatine kuştin.

Tevî ku li Îraqê behsa tiştên wiha xirab têne kirin, karbidestên Pentagon dibêjin rewş ber bi başbunê ve dihere. Artêşa Îraqê bajarê Tîkrît ji destê DAÎŞ bir û rafînerîya herî mezin ya Îraqê jinûve xiste bin kontrola xwe.

Berdevkê Pentagon Amîral John Kirby dibêje Îraqî şerî DAÎŞ dikin. Wekî me di destpekê de jî got, ew şerê Îraqîyan bi xwe ye.

Amerîka wê çiqas alîkarîya Îraqîyan bike hîjn jî nayê zanîn. Wezîrê Berevanî Chuck Hagel û karbidestên din li ser raportên pêşîn yên şewirmendên leşkerî dixebitin ku rewşa ser erdê baştir fem bikin.

Lê, hîn jî nayê zanîn ku çi qas dem bikşîne, heta ku karbidestên Amerîkî biryarê bidin çi bêne kirin û alîkarîya çi rengî jibo Îraqê bêne kirin.

Berdevkê Pentagon Amîral John Kirby dibêje:

Jibo ewlekarîya Îraqê, çareserîya dirêjdemî prosesa sîyasî ya bi tevlîbûna hemî alîyan e

Hevdem, Îraq jî berê xwe dide hevalbendên xwe, Îran û Rûsya jibo alîkarîya wek firokên şer.

Pisporên ku li pêş Kongresê îfade dane, wê yekê wek arîşe dibînin. Ji wan yek Generalê karkenar Jack Kean e:

Rastîyek heye ku ew jî bandora Îranê ya ser Îraqê ye. Eger em li şûna xwe rûnin û tiştekî nekin, hîngê tesîra Îranê pirtir dibe

Balyozê berê yê Amerîka li Îraqê James Jeffry jî Kongresî re got ku dibê Amerîka hêza xwe nîşan bide.

Hêzeke leşkerî ya lîmîtkirî wê bibe faktorekî girîng û bandora me ya li Îraqê jî zêde bike. Ji xwe gelê Îraqê jî çaverê ye ku emê çi bikin

Bilî tîmên li ser erdê, gemîyeke firokhilgir û jimareke keştîyên şer yên Amerîkî li Kendava Farsî hene û vê gavê ew tenê rewşa heyî temaşe dikin.

Lê, mîlîsên Şîa çekan radikin destê xwe ku zîyaret û bajarên xwe jiber êrîşên DAÎŞ biparêzin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG