Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna: Rûsya Firokeke Me Anî Xwarê


Artêşa Ukraynî îro Pêncşemê dibêje, firokeke Rûsî firokeke şer ya Ukraynî, li ser esmana rojhilata welêt anî xwarê.

Berdevkê Konseya Parastina Netewî û Ewlekarî Andriy Lysenko got, muşekeke Rûsî li firoka wna ya Su-25 xist û ew anî xwarê.

Lysenko dîyar kir ku pîlotê firoka Ukraynî xwe ji êrîşê rizgar kir.

Xwepêşandêrên alîgirên Rûsya do Çarşemê li firokeke din ya Su-25 xisti, lê pîlotê wê firokê karîbû firok bîne xwarê.

Hevdem, Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Pêncşemê got, toleyên aborî yên Amerîkî li dijî welatê wî bandoreke xirab li ser peywendîya du alîyan bike.

XS
SM
MD
LG