Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya û Hilbijartinên Serokatiyê li Tirkiyê


Mehekê berî ku welatiyên Tirkiyê berê xwe bidin sindoqên dengdanê jibo ku cara yekê di dîroka xwe de serokekî hilbijêrin, kêşebariyek derketiye holê li ser dema ku hatiye dayîn bo Serokwezîr Recep Tayip Erdogan li ser televizyonên dewletê li hember herdu berbijarên din.

Hilbijartinên serokatiyê yên gelêrî ku jibo cara yekê pêk tên, bi kêşebariya li ser dadmendiya wan hatine holê. Herdu rikaberên serokwezîr di hilbijartinên serokatiyê yên meha Tebaxê de rexneyan dikin.

Selahedîn Demîrtaş, berbijarê partiya Aştî û Demokrasiyê ya ser bi Kurdan ve, televizyona TRT ya ser bi hikûmetê bi neyakalîbûna eşkere jibo berjiwendiya serokwezîr Erdogan tawanbar dike.

Ev rêjeyên ku Demîrtaş dan ji aliyê RTUK ve hatine piştrast kirin, ku ew jî rêxistineke çavdêr e jibo weşana dewletê.

Ekmeleddin Ihsanoglu, berbijarê hevbeş yê Partiya Netewperwer MHP û Partiya Komarî ya gel (CHP) bi tundî şopandina televizyona dewletê rexne kir. Lê Huseyin Çelîk, berdevkê AK Partî ya desthilatdar bi xurtî berevaniya TRT kiriye.

Rawergirtin nîşan didin, birêz Erdogan baş li pêş rikaberên xwe ye, lê ew di ber xwe de bide da ku 50 ji sedî ji rêjay dengan bidest bike da ku gera yekem misoger bike, ew jî armanca wî ye. Gera duwem û dawî jibo dengdanê li 24ê Tebaxê pêk tê. Çavdêr hişyariyê didin, ligel ku welat derbarê birêz Erdogan dabeşbûyî dimîne, ewê ev kêşebariya li ser şopandina medyayê bêtir wê dabeşbûnê kûr bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:51 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG