Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Operasyona Xwe ya li Gaza Didomîne


Hêzên Îsraîlî bi piştgirîya tank, firok û keştîyan, di roja duyê ya dagirkirina herêma Fîlîstînîyan de, pêşdeçûna xwe li Kerta Gaza didomînin.

Karbidestên saxlemî yên Fîlîstînî dibêjin, herî kêm 21 rûniştvanên Gaza, ji destpêbûna êoperasyona ser erdê vir ve hatine kuştin.

Îsraîl diblje, ew operasyon jibo hilweşandina tunelên binerdê yên mîlîtanên Hamas'ê ye ku ew tunel jibo êrîşên dijî Îsraîlê kar tînin.

Artêşa Îsraîlê di hesaba xwe ya Twitterê de ragihand ku di operasyonê de leşkerekî wê îri Înîyê hate kuştin.

Artêşa Îsraîlê herwiha dîyar kir ku di operasonê de 14 mîlîtan hatine kuştin, 20 roket hatine ruxandin û 103 “hedefên terorîst” hatine êrîş kirin.

XS
SM
MD
LG