Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mistefa Oso: Mafê me ye jî Em li Dijî Dijminên Kurdan Hêzekê Çê bikin


Mistefa Oso

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistan a Sûrîyê (PDK-S) Mistefa Oso, li ser nakokiyên di navbera partiyên Kurdistana Sûrîyê û pirsên li ser parastina bihevre ya Kobanê û herêmên Kurdî ji Dengê Amerîka re dipeyive.

Mistefa Oso di heman demê de, endamê ENKS’ê yê ku di nav Desteya Giştî ya Hemahengiya Opozîsyona Sûrîyê de cî digire.

Ew êrîşên DAIŞ’ê yên ser herêma Kobanê şermezar dike û wiha dipeyive:

“Niha hebûna Kurdan armanca wan e ku em ê jî wek ENKS parastina herêmên Kurdî bikin. Heqê me ye ku em jî li dijî dijminên Kurdan hêza xwe ya taybet çêbikin. Hevalên me yên ji PDKS’ê bi ENKS’ê re civîyane û biryar dane li Kobanê li dijî DAIŞ’ê rawestin. Niha jî cih bi cih ew şerê parastinê dikin.”

Birêz Oso diyar dike, ne pêkan e li hemberê van metirsiyên mezin hêzeke tenê karibe parastina can û mafê Kurdên Sûrîyê bike.

“Hewcehî bi beşdarbûna hemû pêkhatên Kurdên Sûriyê heye. Lewma jî divê YPG astengî ji PDK-S û ENSKS’ê re çêneke da ku em karibin hêzeke hevpar di bin sîya her du encûmenan de çêbikin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:34 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG