Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papayê Vatîkanê jibo Krîstiyanên Îraqê Nivêj Dike


Papayê Kenîseya Katolîk xema xwe derbirîn kir jibo Krîstiyanên ku ji bajarê Mûsilê direvin.

Papayê Vatîkanê Francis di nivêja xwe ya Yekşemê de dua ji Krîstiyanên Îraqê re kir.

Krîstiyan vê hefteyê neçar man ku ji Mûsil, duwem mezintirîn bajarên Îraqê, derkevin û ber bi herêma Kurdistanê ve herin piştî ku hişyarî ji wan re hat ku bibin Misliman, ciziye bidin an jî rastî kuştin werin.

Papayê Vatîkanê herwiha banga diyalogê kir, jibo çareserkirina nakokiyên çekdar li cîhanê, bi taybet li Rojhilata Navîn û Ukrayna. Wî piştrast kir ku tundûtûjî bi tundûtûjiyê têk naçe, lê belê bi aştiyê têk diçe.

Hêjayî gotinê ye ku Krîstiyan bi sedên salan li barajê Mûsilê yê bakurê Îraqê jiya ne.

XS
SM
MD
LG