Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Libnanî Mîlîtanekî Dikuje


Artêşa Libnanê (arşîv).
Artêşa Libnanê (arşîv).

Medyaya dewletê li Libnanê dibêje, leşkeran mîlîtanekî berguman kuştine ku girêdana wî bi teqîna meha bûrî ya hoteleke Beyrûtê hebû.

Ajansa Niştimanî ya Nûçeyan got, hêzên taybet roja Yekşemê zû girtin ser aparmanekê jibo kesê bi navê Munzir el Hesen zeft bikin. Desthilatdarên Libnanî bawer dikin ku el Hesen alavên teqînê gihandine du êrîşbirên xwekuj yên ji Erebistana Saudî, yekî ji wan xwe bi hotelê de teqand û yê din birîndar bû û hate girtin.

Ajansa Libnanî dibêje, el Hesen di ber xwe de da û di encamê de hate kuştin. Bûyer li bajarê Terablus yê bakurê Libnanê çê bû, cihê ku hergav girjî di navbera piştgir û rikaberên rejîma Sûrî de derdikeve holê.

Medya dewletê dibêje, el Hesen him Libnanî bû û him jî Swedî bû.

XS
SM
MD
LG