Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Dibêje Pêdivî ye Rastiya li ser Xistina Firoka Malezî Diyar be


Serokê Amerîka Barack Obama dibêje ku pêdivye Rusya ji alîyê xwe ve sengiyê dane ser cûdaxwazên ser bi Rusya ve ku rê bidin alîyên navnetewî ku biçin cihê firoka Malezî lê keftî xwarê li Ukrayna.

Di gutarekê de li Seraya Spî, rêzdar Obama got pêdivye ku rastî diyar be û desteyên navneteweyî bikaribin biçin cihê firoke hatî xistin, ku cûdaxwaz rê li wan girtî ye. Serok Obama pirsyar dike ku cûdaxwaz bizavê dikin çî veşêrin?

Serok Obama got ku cûdaxwazên ser bi Rusya ve jî yê termên qurbaniyan bi xemsarî vedguhêzin û got ku ev kiryara wan “bê rêzî ye bo wan kesan ku xweştivîyên xwe ” li firoka MH17 ji dest dayn.

Rêzdar Obama got ku berpirsyarya Rusya û Serok Vladimîr Putinî ye ku xelkê hatin handan, û hînkirin û bi cekkirin ku mayê xwe di vekolînê de nekin.

Rêzdar Obama got heke Rusya berdewam piştevaniya cûdaxwazan bike, îhtîmala ku pitir bê vederkirin û giran li ser raweste.

Ukrayna pêşniyaz kir ku rê bide Holenda rêberiya vekolînê bike li ser êxistinaxwarê ya firoka Malezî roja Pêncşembî ya borî, ji ber ku ji hemû welatan pitir welatiyên Holendî di wê firokê de bûn.

Wedyare ku pêşniyaza Ukrayna ji bo razîkirina Rusya û serlhildayên ew piştevaniya wan dike bo hindê be ku rê bidin 272 termên heta niha hatin dîtin bên veguhastin.

XS
SM
MD
LG