Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry jibo Agirbestekê li Rojhilata Navîn e


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje, karbidestên ku ser agirbesteke navbera Îsraîl û Hamas dixebitin, hîn pêşdeçûn dest xistin.

Kerry niha li Îsraîlê ye ku dawî li tundîya heyî bîne ku heta niha bi sedan kes kuştine. Wî ew agahî, piştî giheştina xwe ya li Îsraîlê, li Tel Avîv dan.

Kerry li ber e ligel Sekreterê Gişî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bicive. Ewê herwiha li Ramallah bi Serokê Fîlîstînî Mahmud Abbas jî hevdîtinekê bike.

Sekreterê Gişî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon jî piştî hevdîtina xwe ya ligel Serokê Îsraîlê Shimon Peres got, dem tune ku bê hinda kirin û divê agirbestek pêk were.

XS
SM
MD
LG