Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Cot Peqînan de Dehan Kes li Nîjerya Hatine Kuştin


Di encama cot peqînan de, herî kêm 25 kes li bajarê Kaduna ya bakurê Nîjerya hatine kuştin.

Polîsên Nîjeryayî dibêjin armanca bombe konwoya meleyê nermê yê Mislilman Şêx Dahiru Bauchi bû ku ji nimêjê derketibû.

Şêx Bauchi ji êrîşê bi saxî rizgar bû lê bi kêmî ve 25 kes hatine kuştin.

Di peqîna duyê de ku bazereke şenîbar kiribû armanc, hejmara qurbanîyan hîn jî nayê zanîn.

Heta niha kes ti kes berpirsîya peqîênan ser xwe ve negirtiye, lê gruba tundrê ya Îslamî Boko Haram gelek caran êrîşên wî rengî kiribûn.

XS
SM
MD
LG