Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Serokomerê Nû yê Îraqê Masum Pîroz Kir


Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden demeke zûtir ya îro Înê telefonî Serokomarê nî yê Îraqê Fuad Masum kir û ew jibo posta wî ya nû pîroz kir.

Biden û Masum hevbîr bûn ku divê Îraq yekgirtî bimîne ku bersîvdana gefa DAÎŞ bide.

Her du rêber bal kişandin ser demûsdest pêkanîna hikûmeteke nû li Îraqê û pêşdebirina nexşerêyeke sîyasî jibo rêvebirîna welêt.

Serokomar Masum bi bîr xist ku jinûve avakirina bawerî û rêzgirtin di navbera pêkhatîyên Îraqê de girîng e, hem jibo wî welatî û hem jî jibo tevahîya herêmê.

Cîgirê Serok Biden jî bi zelalî dîyar kir ku Amerîka pêgîr e ku li gor Peymana Stratejîk berdewam alîkarîya Îraqê bike.

XS
SM
MD
LG