Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hemîd Hecî Derwêş: Ji Kurdistaneke Ne Azad û Serbixwe re Naxebitim


Hemîd Hecî Derwêş ligel nûçegihanê me Salih Turan.
Hemîd Hecî Derwêş ligel nûçegihanê me Salih Turan.

Sîyasetmedarê Kurd Hemîd Hecî Derwêş ku herî dawî wek serokê şandeya Kurdên Sûrîyê li civînên Cenev 2’yê beşdar bû, ev demeke bi nexweşîyê re têdikoşe.

Birêz Derwêş roja Înê hate Stenbolê ku me jî di vê serdanê de derfet dît li ser rewşa Sûrîyê, Rojavayê Kurdistanê û bi giştî li ser sîyaseta Kurdên deverên din jibo Dengê Amerîka pê re sohbet bikin.

Sekreter û damezrînerê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê (PDPKS-1957) Hemîdê Hecî Derwêş, 3 meh in jiber penceşêra kolon li nexweşxaneyeke paytexta Fransa Parîsê 3 operasyonên neşterî derbas kirin.

Birêz Derwîş, ev demeke ji sîyaseta Kurdistana Sûriyê dûr mabû ku niha bi başbûna rewşa tenduristîya xwe re dîsa vedigere nav sîyaseta çalak.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:09 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG