Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhilda Helîkopterekê li Helebê Tînin Xwarê


Dîmenek ji Helebê.

Çalakvanên Sûrî îro Şemiyê gotin ku serhildayan helîkopterek li bajarê Helebê anîn xwarê û di encamê de çar kes hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye got, helîkopter bi roketekê Îniyê bi şev li ser taxa Neyreb hate xwarê. Neyreb taxeke hejar e li başûr rojhilata Helebê dikeve.

Helîkopter ji aliyê hêzên Serok Beşar Esed ve tên bikaranîn jibo avêtina bermîlên teqînok ku di encama wan de, bi taybet li Helebê, bi hezaran xelk hatine kuştin û xanî hatine wêrankirin.

Çavdêriyê got ku sê kes ji kuştiyan ji tîma helîkopterê bûn û yê mayî zarokek bû.

Heleb wekî paytexta Sûrî ya bazirganî dihate zanîn, lê ji sala 2012ê de şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmetê û serhildayan de qewimî ye û piraniya bajêr wêran bûye.

XS
SM
MD
LG