Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer di Navbera Artêş û Îslamiyan de li Lîbyayê Diqewime


Karbidestên saxlemiyê li Lîbya dibêjin, pevçûnên giran di navbera hêzên artêşê yên ser bi generalekî ve û mîlîşyayên Îslamî de li rojhilata welêt derketine û di encamê de 38 kes hatine kuştin ku hinek ji wan sivîl in.

Karbidestekî ewlekariyê îro Yekşemê got ku di wî şerî de hêzên ser bi General Xelîfa Hifter û mîlîşyayên Îslamî li bajarê Bengazî pev çûn. Pevçûnan do Şemiyê destpê kir û heta Yekşemê sibê berdewam kir.

Karbidestî got ku hêzên komando kontrola çar bingehên leşkerî vegerandin ku di rojên dawî de ketibûn destên mîlîşyayên Îslamî.

Karbidestên saxlemiyê jî dibêjin ku roketên di dema şer de hatin avêtin li xaniyên sivîlan ketin û di encamê de kuştî derketin û bi dehan birîndar çê bûn.

XS
SM
MD
LG