Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pisporên Navnetewî Giheştin Cîhê Ketina Firoka Malezî


Tîmeke çavdêrên navnetewî cara yekê ye giheşt cîhê ku firoka Malezî ketibû xwarê, piştî ku hewlên wan yên berê ji hêla cudaxwazan ve hatibûn asteng kirin.

Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewropî (OSCE) îro Pêncşemê dîyar kir ku çavdêrên wê xwe gihandin cîhê bûyerê.

OSCE got, bi vê pêşketinê, ew êdî dikarin delîlên ser ketina firokê kom bikin û hewil bidin ku sedemên gêrbûna firokê bizanin.

OSCE herwiha dîyar dike ku ew niha dikarin li termên din yên qurbanîyan bigerin ku îhtîmal e di nav dirokê de bin.

Hêjayî gotinê ye, Ukrayna biryar da ku jibo rojekê çekan rawestîne da ku çavdêrên navnetewî bikaribin xwe bigehînin cîhê rûdanê.

XS
SM
MD
LG