Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Qanûnekê jibo Krîza Koçberiyê Derbas Dike


Avahiya Kongresa Amerîkî.
Avahiya Kongresa Amerîkî.

Civata Nûneran ya Kongresa Amerîkayî qanûneke koçberiyê derbas kir jibo çareserkirina krîza li ser sînorê di navbera Amerîka û Meksîkê de.

Qanûna ku ji aliyê Civata di dest Komariyan de hate pejirandin dê prosesê hêsantir bike jibo vegerandina zarokên bêkes yên koçber û zêdekirina butceya diravî jibo hêzên Pasevaniya Sînor.

Civata Nûneran heta derengî do Îniyê kar kir jibo piştrastkirina dengdanê berî ku jibo bînvedana havînê pênc hefteyan were girtin.

Civata Senatoyê ku di dest Demokratan de ye hate girtin berî ku li ser heman qanûnê deng bide. Ev jî tê wê wateyê, dê bêtir kar derbarê vê babetê ji aliyê Kongresê ve bi kêmanî heta meha were neyê kirin.

Serok Barack Obama got, jiber ku hîn qanûnek tune ye ku hemû Kongres piştgiriya wê dike, ewê bi tena xwe kar bike jibo şandina diravan bo wan zarokên koçber û ewlekariya sînor.

Serokê Amerîkayî daxwaza 3.7 milyar dolar ji Kongresê kir jibo ewlekariya sînor. Wî herwiha daxwaza hinek pereyê zêdetir kir jibo xaniyên demkî û bêtir dadwerên koçberiyê.

XS
SM
MD
LG