Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Tundîya Îraqê de Pirtir ji 100 Kes Hatine Kuştin


Di encama çend peqînan de pirtir jî 100 kesan li Îraqê hatine kuştin ku nav wan de sîvîl û çekdarên tundrê yên DAÎŞ jî hene.

Di peqîna otobîlekê de li bazarên şenîbar ya paytxt Bexda herî kêm 47 kes hatine kuştin.

Peqîneke din taxa Sadr ya Şîayan kir hedef û yeke din jî devera Ur ya cîran qewimî.

Karbidestên leşkerî yên Îraqê herwiha ragihand ku di encama êrîşên esmanî yên artêşê de, 60 tundrê li Musilê hatine kuştin.

Karbidest dîyar dikin ku 300 kesên ku ji alîyê tundrêyên ve dihatin girtin jî karibûn birevin.

XS
SM
MD
LG