Serokê Amerîkî Barack Obama dibêje, êrîşên asmanî û operasyonên alîkariya mirovahî ku Amerîka li Îraqê destpê kiriye dê bibe operasyoneke demdirêj.
Serok Obama gote rojnamevanan ku kempeyna lawazkirina mîlîtanên Îslamî li Îraqê û rizgarîkirina bi hezaran penaberan ji gefa Îslamî dê demê bixwe.
Serokê Amerîkî got ku firokên şer yên Amerîkî çekdarên tundrê yên rêxistina Dewleta Îslamî bombe kirine û çek û alavên wan yên leşkerî wêran kirine.
Ev hewildan tê kirin jibo rawestandina pêşketina Îslamiyan ber bi bajarê Hewlêrê ve, paytexta herêma Kurdistana Îraqê.