Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kempeynên Berbijarên Serokatiya Tirkiyê Bidawî Dibin


Îro Şemiyê roja dawî bû jibo kempeynên berbijarên serokomariya Tirkiyê. Rawergirtin dibêjin, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan di rêza pêşî de ye.

Heta di bingeheke rikaberekî de li Stenbolê, piştgirên serokwezîr Erogan jibo serokomariya Tirkiyê heta demjimêrên dawî kempeyneke bihêz dikin. Ev cara yekê ye di dîroka Tirkiyê de ku Serok bi awayekî rasterast ji aliyê gel ve tê hilbijartin. Li gorî tê xuyakirin, kempeyna serokwezîr li seranserî welêt wekî bêtir birêxistî û xwedî pere tê dîtin.

Li gorî destûra Tirkiyê, Serokomar serekê dewletê ye, lê desthilata siyasî ya rasteqîn di dest parlemanê de ye.

Herdu rikaberên Erdogan, Selahettîn demîrtaş û Ekmeledin Ihsanoglu li dijî kontrola desthilatê kempeyn dikin. Ew soz didin ku ti guhertin di balansa desthilata siyasî de çê nebe.

Gera yekê ya hilbijartinê 10ê Tebaxê anku Sibe Yekşemê destpê dike.

Hilbijartinên Serokatiya Tirkiyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG