Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê: di Êrîşên li Ser DAÎŞê de Me Piştgirî Nedaye Amerîka


Wezîrê berevaniya Tirkiyê dibêje ku ne cihê pirsê ye Tirkiye maytêkirineke leşkerî li dijî mîlîtanên Dewleta Îslamî li Îraqê destpê bike.

Ew herwiha dibêje ku welatê wî di êrîşên Amerîkî de li ser tundrêyan li nêzîk bajarê Hewlêrê, ne beşdar bû.

Di daxuyaniyekê de ku îro Şemiyê ji aliyê wezaretê ve hate belavkirin, Wezîrê Berevaniyê Îsmet Yilmaz got ku welatê wî heta nuha piştgirî nedaye Amerîka. Lê wî got, Tirkiyê berpirs e jibo vegerandina 49 hevwelatiyên Tirk ku li Hezîrana bûrî ji aliyê çekdarên DAÎŞ ve li konsulxaneya Tirkiyê li Mûsilê hatine dîlkirin.

Di nav wan kesên dîlkirî de karmendên diplomatîk, polîsê hêzên taybet û zarok hene.

XS
SM
MD
LG