Papayê Vatîkanê tûrebûna xwe derbarê tundûtûjiya ku li Îraqê li hember kêmaniyên olî çê dibe, derbirîn kir.
Di peyameke bihêz de li dema nivêja wî ya roja Yekşemê, Papa Francis got ku nûçeyên ji Îraqê nayên bawer kirin. Wî da xuyakirin ku bi hezaran xelk, di nav wan de Krîstiyan, neçar mane bi zorê dev ji malên xwe berdin. Zarok ji ber tîbûnê mirine û jin hatine girtin.
Papayê Vatîkanê bang li civaka navneteweyî kir ku çareseriyeke siyasî jibo rawestandina van tawanan bibîne.
Kardînal Fernando Filoni, balyozê Vatîkan bo Bexdayê li dema şerê Îraqê, dê here Îraqê da ku piştgiriyê bide Krîstiyanan ku kesên din bûne armanc ji hovîtiya mîlîtanên Dewleta Îslamî.