Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê Destpê Dikin


<p>Bi milyonan kes li Tirkiyê îro Yekşemê berê xwe didin sindoqên dengdanê jibo hilbijartina serokê welêt ku cara yekê bi awayekî rasterast ji aliyê gel ve tê hilbijartin.

Tê çaverêkirin ku beşdariya xelkê di van hilbijartinan de bilind be, li dema ku Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan pêşbaziyê dike ligel Ekmeledin Ihsanoglu, serekê berê yê Rêxistina Hevkariya Îslamî û Selahattin Demîrtaş, berbijarê Partiya Demokrasiya Gel ya ser bi Kurdan ve.

Birêz Erdogan heta nuha di rêza pêşî de ye. Eger hate hilbijartin, ew dibêje ew plan dike ku destûra welêt biguhere û serokatiyeke cîbicîkar damezrîne. Posta serokomariyê li Tirkiyê berê sîmbolîk bû.

Erdogan dibêje, li jêr qanûnên heyî yên Tirkiyê, ewê hemû desthilata serokomar bikar bîne, wekî destnîşankirina wezîr û civata wezîr û hinek dadwerên dadgeha bilind.

XS
SM
MD
LG