Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Sîlah Dişîne Kurdên li Îraqê


Pêşmegeyên Kurd

Fransa dibêje, ew çekan dişîne hêzên Kurdan li Îraqê ku bikaribin şerê DAÎŞ bikin ku deverên berfireh li rojava û bakurê Îraqê xistiye bin kontrola xwe.

Ofîsa Serokê Fransa Francois îro Çarşemê got, çekln wan di nav çend seetan de bi rêka hikûmeta Îraqê wê bêne şandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî daxwaz ji civata navnetewî kiribû di şerê dijî DAÎŞ de alîkarîya Kurdan bikin.

Yekîtîya Ewrupa do Sêşemê li ser şandina ji Kurdan re çekan nekarîbû li hev bike, lê YE endamên xwe serbest hêla ku danûstandinên xwe ligel Îraqê bikin.

XS
SM
MD
LG