Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îhtîmala Operasyoneke Rizgarkirinê li Şengalê Kêmtir Bûye


Wezareta Berevanî ya Amerîka dibêje, îhtîmala operasyoneke rizgarkirina Êzîdîyên asemayî kêmtir bûye, piştî ku şewirmend dibêjin kêmtir pênaber li Çîyayê Şengalê mane.

Wezîrê Berevanî Chuck Hagel do şev ligel rojnamevanan peyîvî û qala wê mijarê kir.

Hagel got, bandora êrîşên esmanî li ser DAÎŞ pir bû û alîkarîya mirovahî jî rewşa kesên asemayî baştir kir.

Kurdên Îraqê û kêmanîyên din xwe spartibûn Çîyayê Şengalê, piştî DAÎŞ giheştibû herêmê.

Hêjayî gotinê ye, bi hezaran kesên din jî çûbûn herêmên Kurdan li Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG