Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Missouri Gaza Îsotê li Dijî Xwenîşanderan Bikar Tîne


Desthilatdarên bajarokê Ferguson yê wîlayeta Missouri ya Amerîkî dibêjin, kesek rastî teqelêdanê hat û birîndar bû û heft kesên din jî Yekşemê danê sibê hatin girtin, li dema ku polîs dûman û gaza îsotê bikar anîn jibo ferzkirina qedexekirina çûnûhatinê.

Bajarokê Ferguson li nêzîk bajarê Saint Louis li naverasta Amerîka dikeve. Li wir sîpeyekî bêçek yê reş bi navê Michael Brown ji aliyê polîsekî spî ve li 9ê Tebaxê hatibû kuştin.

Parêzgarê wîlayeta Missouri, Jay Nixon, rewşa awarte li seranserê wîlayetê ragihand û qedexekirina çûnûhatinê ferz kir piştî çend şevan ji pevçûnên ku jiber kuştina 9ê mehê derketin.

Nixon do Şemiyê got ku rewşa awarte ne jibo bêdengkirina xelkê ye, lê belê jibo rêlibergirtina jimareke xirabkaran ku metirsiyê dixin nav civakê.

Tundûtûjiya vê dawiyê hat piştî ku polîsê Ferguson vîdyoyeke nû belav kir tê de Michael Brown hewil dide diziyê ji dikanekê bike û bi xwediyê dikanê re şer dike, berî ku Brown bixwe were kuştin.

XS
SM
MD
LG