Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Şerê Navbera Artêş û el Qayîde li Yemenê de Kuştî Dikevin


Wezareta Berevaniya Yemenê îro Yekşemê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama şerekî de navbera leşkerên Yemenî û çekdarên el Qayîde leşkerek û çar mîlîtan hatin kuştin.

Wezaretê got, artêşê xaniyek li parêzgeha Hedremewt ya başûr rojhilata Yemenê kirin armanc. Dihate bawerkirin ku mîlîtan li wî xanî diman. Wezaretê herwiha got ku pênc mîlîtanên bergumankirî hatin girtin piştî pevçûnên nîvê şevê ku heta Yekşemê zû dirêj kirin.

Hinek karbidestên ewlekarî ku navê xwe eşkere nekirin, gotin ku di wî şerî de sê leşker hatin kuştin û şeş birîndar bûn. Ev cudahiya di jimara kuştiyan de demûdest nehatiye vekolînkirin.

Di van çend rojên dawî de bi kêmî 1200 leşkerên hikûmetê hatine şandin Hedremwet, bi mebesta destpêkirina êrîşekê li dijî mîlîtanên el Qayîde.

Destpêka vê meha Tebaxê, mîlîtanên el Qayîde 15 leşker li Hedremewt kuştin piştî ku ew ji otobuseke giştî revandibûn.

XS
SM
MD
LG