Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Hêzên Îraqê li Girtina Tikrît Serneketin


Ajansa Reuters ya nûçeyan dibêje hêzên hikûmeta Îraqê êrîşa xwe ya îro li ser bajarê Tikrît, navenda parêzgeha Selahedîn ragirt piştî ku bi tundî bersîngê wan hat girtin.

Ajans li ser zarê efserekê Oda operesyonên hêzên Îraqê ragihand ku gelek teqe li hêzên wan hat kirin û hatin topbaran kirin û bi çekên sêregir teqe li wan hat kirin ji ber hindê nîvro êrîşa xwe ragirt.

Xelkê Tikrît bi telefonê gote Reuters ku çekdarên DAÎŞ hêşta yê li wî bajarî û yê li cade û kolanên wêrê digerin.

Bi alîyekê din, Ferîq Qasim Ata peyvdarê Fermanda Giştî y hêzên çekdarên Îraqê di konfiransek rojnamevanî de li Bexda got hêzên wan hêşta yê berev pêş diçin û gehiştin nexweşana Tikrît û alayê Îraqê li ser bilind kir, lê got paşî xwe vekêşan bo bingeha Lîwa Çar ya leşkerê Îraqê.

XS
SM
MD
LG