Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dermaneke Nû jibo Vîrusa Ebola Tê Ceribandin


Kêsên Ebola li Rojavaya Afrîkayê.
Kêsên Ebola li Rojavaya Afrîkayê.

Rêxistina Saxlemiya Cîhanî bikaranîna ezmûnên dermankirinê jibo nexweşên vîrusa Ebola li Rojavayê Afrîkayê erê kiriye. Belavbûna vîrusê bêhempa ye û nexweşî kujer e.

Jimara Kesên ku jiber Ebolayê mirine bi ser 1200 kesî ketiye.

Bêyî hebûna dermanên taybet jibo Ebola, tişta bitenê ku doktor dikarin ji nexweşên vê vîrusê re bikin ew e ku haleên wan yên pêşwext derman bikin û hêvî bikin ku laşên wan karibin xwe di ber vîrusê de bidin.

Bi kêmî nîvê kesên ku vîrus gihaye wan mirine.

Dermanekî ezmûnî yê bi navê Zmapp hatiye dayîn bo şeş kesan: sê ji wan Rojavayî ne û yên mayî doktorên Afrîkî ne.

Jibo bêtir agahî li ser vê nûçeyê, fayla dengî ya jêrîn klik bikin.

Demanên Ezmûnî jibo Ebola
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:49 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG