Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê Nifşekî Nû ji Mûşek û Firokên Bêmirov Eşkere Dike


Îranê nifşekî nû ji mûşekên kurtavêj û firokên bêmirov îro Yekşemê eşkere kir, li dema ku Serok Hesen Rûhanî got ku ev biryara wî ya leşkerî li ser bingeha rûbirûkirina gefeyên dijminên nenas hate standin.

Ajansa fermî ya nûçeyan IRNA got ku mûşeka Qadir bi asta 100 kîlometran, hatiye amadekirin da ku armancên deryayî wêran bike. Ajansê asta mûşeka Nasrî Basîr neda, lê got, ew mûşek dikare bi bêdengî bixebite.

Îranê herwiha du celebên firokên bêmirov bi navê Kerrar 4 û Muhajir 4 eşkere kir. Li gorî ku IRNA ragihand mûşeka Muhajir dikare çêkirina nexşeyan bo mebestên leşkerî û medenî were bikaranîn.

Di rêwresma destpêkirina van mûşekan de, Rûhanî cardî dubare kir ku welatî wî naxwaze çekên navokî durist bike lê ew gefeyan paşguh naxe.

Di gotarekê de ku bi awayekî zindî li ser televizyona dewletê hate weşandin, Rûhanî got, “em bêçare derbarê van gefeyan ranawestin. Li hember komployên dijmin em dê aram nemînin.”

Îran ji mêj ve Amerîka bi plankirina roxandina rejîma Komara Îslamî tawanbar dike. Hêjayî gotinê ye, bingehên leşkerî yên Amerîkî li welatên Ereb yên Kendavê hene.

XS
SM
MD
LG