Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ukrayna Soza Zêdekirina Xerciyên Leşkerî Dide


Poroshenko ligel Angela Merkel.
Poroshenko ligel Angela Merkel.

Birêz Poroshenko ev axaftin roja Yekşemê kirin, li dema gotarekê li Kiyêva paytext bi helkefta salvegera 23yemîn ya serxwebûna Ukrayna ji Yekîtiya Sovyêtê.

Wî ji bi hezaran xelkê kombûyî re got ku xuya ye dê gefeya cudaxwazan li ser Ukraynayê her bimîne û divê welat amade be ku bereveniya xwe bike.

Roja Şemiyê, çavdêrên welatên Rojava gotin ku karwanê alîkariya Rûsya ku Îniyê derbasî Ukrayna bûbû, vegeriya ye Rûsya. Vê yekê jî hişt ku girjiya navneteweyî kêm bibe.

Ev pêşketin di demekê de tên ku Şîretvana Alman Angel Merkel bi Serokê Ukraynî re kom bû. Xanim Merkel soz da ku Almanya 660 milyon dolar wekî alîkarî pêşkêşî hikûmeta Ukraynayê bike jibo jinûve avakirina bajarên rojhilata welat piştî çend mehan ji şer.

ukrayna
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:07 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG