Dadgeha Cezaya Sulih a Lîceyê biryara xirabkirina peykerê fermandarê PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egît) yê ku di 15'ê Tebaxê de li navçeya Lîcê ya Amedê hate vekirin.
Piştî biryara Dadgehê, di navçeyê de alozî çê bûn û di encama êrîşên biçek yên leşkeran de welatiyekî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Mûşê, Varto (Gimgim) jî jiber bûyerên Lîceyê xwepêşandan hatin lidarxistin û li wir jî alozî çê bûn û gel gelek ziyan ji êrîşên leşkeran ditîn.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Mûzeyên Işik, endama meclîsa şaredarîya Gimgimê van bûyerên dawî şirove dike û dibêje, di bûyeran de tarîtî heye.
Ew herwiha dide zanîn ku kesên şerxwaz in û berjewendiya wan di şer de heye dixwazin aloziyan derxin û siyaseta xwe ya berê bidomînin.
Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.