Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Kes li Behiya Michael Brown Amede Bûn


Malbat û kesayetî û behîdar li behiya Michael Brown amed bûn, ew gencê reş yê bê çek ku ji aliyê efserekê polîsan yê spî li St. Louis, Missourî teqe lê hat kirin û hat kuştin.

Ji kesên li behiyê gotar xwandîn, Metran Edwin Moss bu ji Dêra God in Christ, yê ku korê wî jî ku genc bu di teqekirînekê de hatibû kuştin. Wî gote deyka Brown, Lesley McSpadden, wî hay li êş û kedera wê heye û got dê ji wê keserê hêtev serxwe.

Jimarek ji kesên navdar û rêberên mafên sivîl jî li behiyê amede bûn, ku yêk li wan Qeşe Jesse Jackson û Qeşe Al Sharpton bûn.

Sê karbidestên Seraya Spî jî li wê behiyê amede bun, ku li dêra Friendly Temple Missionary Baptist li St. Louis ku nêzîkî cihê 5,000 kesan dike hat danan.

Brown ku 18 sal bu, çend roj mabûn ku da dest bi xwandinê li kolijê bike demê efserkê polîsan bi nave Darren Wilson teqe lê hat kirî û kuştî.

XS
SM
MD
LG