Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ukraynayê Parlamana Welêt Hildiweşîne


Serokê Ukraynayê Petro Poroshenko parlemana welatê xwe hilweşand û banga hilbijartinên pêşwext kir. Wî got, ew biryara bitenê ya berpirs e ku wî karîbû bistîne.

Birêz Poroshenko roja Duşemê got ku hilbijartinên parlamanî yên dawî di sala 2012ê de ne azad bûn, ne jî dadmend bûn. Wî herwiha da zanîn ku piraniya endamên parlamanê bawerî û rêza gelê Ukraynayê ji dest birine.

Serokê Ukranyî herwiha da xuya kirin ku hinek endamên parlamanê hene ku piştgiriya cudaxwazên ser bir Rûsya ve li rojhilata welêt dikin.

Birêz Poroshenko got, kaxeza dengdanê çekê herî bihêz e di dest welatiyên Ukraynayê de jibo berevaniya welatê xwe. Wî tekez kir ku hilbijartinên 26ê Oktoberê dê dadmend bin.

Li ber e Poroshenko îro Sêşemê ligel Serokê Rûsya Vladimir Putin kom bibe.

XS
SM
MD
LG