Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kongo bi Dehan Kes jiber Ebola Bin Çavdêrîyê de ne


Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO) dibêje, 80 kes niha jiber vîrusa Abola, li Komara Demokratîk ya Kongo, di bin çavdêrî de ne.

Rêxistina Saxlemîya Cîhanî îro Çarşemê ragihand ku ew li benda encamên testan in ku nexweşîya wan birastî jiber vîrusa Ebola ye.

WHO dibêje, belavbûna Ebola li herêma Equateur destpê kir, piştî ku jineke ducanî bi heywana ku mere wê serjê kiriye, nexweş bûye.

WHO dîyar dike ku ew jin di 11ê Tebaxê de, di klîneke taybet de miriye.

Karbidestên WHO didine zanîn ku 12 kesên din ku peywendî bi heman jinê kirinê, ji heman nexweşî jîyana xwe hinda kirine.

Rêxistina Saxlemîya Cîhanî radigihîne ku heta niha pirtir jî 1.400 kes di nav mehên biorî de jiber vê nexweîyê jatine kuştin.

XS
SM
MD
LG