Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Dîbêje Stratejîyeke Zelal ser DAÎŞ Tuneye


Serokê Amerîka Barack Obama di axaftina xwe ya do êvarê de îhtîmala operasyoneke leşkerî li dijî DAÎŞ li Sûrîyê kêmtir kir.

Serok Obama, ku li Qesta Spî ji rojnamevanan re peyîvî, got stratejîyeke wan ya zelal tune.

Serok got, ew hîn li ser planeke berfireh dixebitin ku ku çawa bersîvdaneke dijî DAÎŞ bidin.

Obama got, êrîşên esmanî yên dijî DAÎŞ li Îraqê wê bidomin û ew êrîş zîyaneke mezin daye wê koma tundrê.

Hevdem, bangên navnetewî yên jibo operasyoneke Amerîkî zêde dibin, di vê demê de ku DAÎŞ kiryarên xwe yên dijî kêmanîyên olî û nijadî berdewam dikin.

XS
SM
MD
LG