Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Ebola Pirsgirêkên Ewlekarî li Guinea Derdikevin


Karkerên Xaça Sor dibêjin, piştî gotin hatin belavkirin ku karkerên saxlemiyê bi mebest nexweşiya ebola dane xelkê, serhildaneke mezin li şarê Nzerekore li Guinea çê bû.

Komeke gencên bajarê Nzerekore bi çekên xeter di dest de astengek çê kirin û qebûl nekirin kesek derbasî nexweşxaneyê bibe.

Serokê Xaça Sor li Guinea Yûsif Traorê dibêje, koma gencan çekên xwe bikar anîn û hindek kes birîndar kirin.

Yûsif Traorê dibêje, derew hatkirin ku wan bi mebest hiştiye ev vîrus di nav laşê xelkê de belav bibe. Lê belê Traorê dide zanîn ku ev tişt ne rast e û ev koma gencan hiştine ku leşker mudaxelê bikin. Herwiha wan hişt ku karkerên Xaça Sor ji wir bireven.

Nexweşiya Ebola li Guinea destpê kir û heta nuha 400 li wî welatî pê mirine. Bi giştî 1,500 kes li Rojavayê Afrîkayê mirine.

Jiber Ebola Pirsgirêkên Ewlekarî li Guinea Derdikeve
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:25 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG