Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Hêzeke Amadebûnê li Hember Rûsya Ava Dike


Sekreterê Giştî yê NATO, Anders Fogh Rasmussen.
Sekreterê Giştî yê NATO, Anders Fogh Rasmussen.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Andres Fogh Rasmussen amadebûneke gelekî bilind ya hêzên xwe ragihand, wekî bersiv bo dijminahiya Rûsya û maytêkirina wê li Ukraynayê, wekî ku wî binav kir.

Rasmussen roja Duşemê li Brûkselê got ku ev hêz dê ji çend hezar leşker pêk were û amade ye di demeke kin de here çi cihê pêwîst. Ewê herwiha bi piştgiriya asmanî û deryayî û hêzên taybet wergirin.

Li gorî Rasmussen ragihand, dê ev hêz beşek be ji Plana Amadekariyê be. Ev plan dê NATO ji her wextê bêtir agahdar be û ewê hebûneke bêtir xuya li Rojhilata Ewropayê peyda bike.

Hûrgiliyên girêdayî vê planê dê vê hefteyê li dema hilcivîna NATO li Wales werin eşkerekirin.

Sekreterê Giştê yê NATOyê got hilcivîn li rewşeke tê guhertin lidar dikeve. Wî da xuyakirin, divê NATO xwe li gorî helwesta Rûsya ya dijminahiya Ewropayê, amade bike.

XS
SM
MD
LG