Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna NATO bi Rojeva DAÎŞ û Ukrayna Didome


Rêberên NATO hilcivîna xwe ya li Brîtanya didomînin ku di bin sîya êrîşên DAÎŞ li Rojhilata Navîn û maytekirina Rûsya li Ukrayna tê kirin.

Rêberên ji 28 welatên hevalbendîyê îro Pêncşemê li Wales kom bûn ku firehbûna DAÎŞ li Sûrîye û Îraqê û herwiha qedandina şerê navbera hêzên Ukraynî û cudaxwazên ser bi Rûsya gotûbêj bikin.

Di hilcivînê de Serokê Ukrayna Petro Poroshenko bi Serokê Barack Obama û Serokwezîrê Britanî David Cameron û rêberên din yên girîng re hevdîtinan kir.

XS
SM
MD
LG