Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAÎŞ Dehan Kes li Bakurê Bexda Revandin


Leşkerên Îraqî ku ji alîyê DAÎŞ ve hatine girtin
Leşkerên Îraqî ku ji alîyê DAÎŞ ve hatine girtin

Rûnîştvan dibêjin, mîlîtanên DAÎŞ bi dehan kes li ji gundekî Sunnî ya bakurê Bexda revandin.

Mîlîtanan dora 50 mêr ji gundê Til Alî ku 240 kîlometre bakurê paytaxt Bexda ye, revandin.

Dîdevanên ku ji tirsê DAÎŞ nexwestin navê xwe eşkere bikin dibêjin, çekdaran ew kesên revandî bi qamyonan ji gund derxistin û birin şûneke nedîyar.

Hêjayî gotinê ye, mîlîtanan rojeke berê ji tirsa êrîşên artêşa Îraqê ji gund vekişîbûn û gundîyan jî ala DAÎŞ şewitandibûn.

XS
SM
MD
LG