Vîdyoya kuştina hovane ya duwemîn rojnamevanê Amerîkî ji aliyê Dewleta Îslamî ve dê bêguman fişara diplomatîk ji Rojava li ser Tirkiyê zêde bike. Renxe zêdetir dibin li ser Enqerê ku wê xwe kiriye dergehek bo cîhadiyan.
Jiber rêbazên vîza yên hêsan û 910 kîlometerên sînorê sîst û binçîneya çûnûhatinê ya modern, Tirkiyê bûye rêkeke sereke jibo cîhadiyên biyan ku dixwazin derbasî Sûriyê bibin û têkevin nav şerê navxweyî li wir.
Ji dema ku Serokê Sûrî Beşar Esed dest bi tepeserkirina xwepêşanderan li sala 2011ê kir, Enqere bi rejîma Esed re ketiye dijminahiyê. Raportên medyayê dibêjin ku Tirkiyê herwiha rê daye mîlîtanên biyan ku bi azadî xebatê bikin. Enqere red dike ku wê çavê xwe ji hebûna mîlîtanan girtiye.
Şirovekar dibêjin, dibe ku tişta karîna Tirkiyê bo tepeserkirina cîhdadiyan bisînor dike, revandina 49 dîplomatên Tirk ligel malbatên wan li bajarê Mûsilê yê Îraqê ye. Ev bûyer berî dora sê mehan pêk hat.
Karbidestekî wezareta derve ya Tirkiyê, bi mercê ku navê wî neyê eşkere kirin, got ku welatên Ewropayî dikarin bêtir zanyariyên durist bidin, derbarê welatiyên ku ji Ewropa tên Tirkiyê û derbasê Sûriyê jibo Cîhadê dibin. Lê heman karbidestî mikur hat ku ligel ketina hevkarên wî yên Tirk di nav destên DAÎŞ de, divê Tirkiyê bi agahdarî li dijî vê rêxistinê xebatê bike.
Lê ne tenê diplomat hatine armanckirin.
Di sala 2003ê de, xelekeke el Qayîde zincîreke teqînên otomobîlan li Stenbolê li dijî perestgeheke Cihûyan, Konsulxaneya Brîtanî û bankeke Brîtanî pêk anî. Di encamê de dor 100 kesî hatin kuştin û bêtir kes birîndar bûn.
Piştgirên DAÎŞ vê dawiyê vîdyoyek belav kirin tê de bi sedan xelk beşdarî civînekê li derveyî Stenbolê bûn. Çavdêr dibêjin, jibo gelekan li Tirkiyê ev nîşan e ku DAÎŞ dikare gelek karan li Tirkiyê bike.