Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Afrîka Başûr ligel Rêberên Lesotho Kom Dibe


Serokê Afrîka Başûr îro Sêşemê diçe welatê Lesotho jibo alîkariyê di çareserkirina cudahiyên siyasî yên tûj de bike. Ev cudahî bûn sedema hewildana derbeya leşkerî ya meha bûrî.

Serokê Afrîka Başûr Jacob Zuma civîneke awarte hefteya bûrî birêve bir ku tê de rêkeftineke hate kirin jibo hilanîna krîza siyasî li welatê Lesotho. Lê belê, karbidestên Lesotho dibêjin ku ji wê çaxê de hinek cudahiyên siyasî yên nû derketine holê.

Berdevkê Serokwezîrê Lesotho Thomas Thabane ji Dengê Amerîka re got ku rewşa siyasî û ewlekarî li welêt her ne aram dimîne, tevî hewildanên çareserkirina nakokiyê di hikûmeta koalisyonê de. Wî got, roj bi roj cuahiyên navbera hersê rêberên sereke yên welêt zêdetir dibin.

Serokwezîr Thabane roja Duşemê ji Ajansa Nûçeyan ya Fransî re got ku ewê parlamanê careke din veneke. Ev jî yek ji mercên rêkeftina hefteya bûrî bû ku rê dan wî vegere Lesotho. Birêz Thabane dawiya Tebaxa bûrî ji Lesotho reviyabû berî ku artêş mala wî ya karbidestekî pilebilind yê polîs dorpêç bike.

XS
SM
MD
LG