Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Rejîmê li ser DAÎŞ de Sivîl li Sûriyê Hatin Kuştin


Firokeyeke şer ya rejîma Sûrî li asmanê bajarê Reqa.

Rêxistineke mafên mirov dibêje ku hêzên asmanî yên Sûrî jimareke kesên sivîl li deverekê jêr kontrola mîlîtanên Dewleta Îslamî kuştine.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye got ku bi kêmî 60 sivîl di encama êrîşên asmanî li ser herdu parêzgehên Deyr Ezzor û Reqa li rojhilata Sûriyê de hatin kuştin. Di nav wan kuştiyan de 12 zarok jî hebûn.

Hêzên rejîma Serok Beşar Esed do Duşemê êrîşeke nû destpê kirin jibo vegerandina Duxaniyê li nêzîk Şama paytext ku berî du rojan ji aliyê Cebhet el Nusra ya ser bi el Qayîde ve hatibû kontrolkirin.

Hêjayî gotinê ye, ji dema ku şerê Sûriyê berî sê salan destpê kiriye, heta nuha dora 200 hezar kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG