Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî di Salvegera Êrîşên 11'ê Îlonê de Hezkirîyên Xwe Bîr Tînin


Îro salvegera 13 ya êrîşên terorîstê yên el Qayde ye ku dijî Amerîka pêk hatibûn.

Di bîranînên îro de, li ber e Serokê Amerîka Obama pişikdarî li du merasmên bêdengî bike.

Birêz Obama ligel xanima yekê Michelle Obama û Cîgirê Serok Joe Biden wê li Qesra Spî amade bin, di heman dema ku êrîşên dijî Navenda Bazirganîya Cîhanî li New York qewimîbûn.

Serok Obama û hevjîna wî Michelle dû re beşdarî merasîmeke li Pentagon bikin ku li wê derê jî bi sedan kes di êrîşan de hatibûn kuştin.

Hêja yî bîrxistinê ye di êrîşên dijî Navenda Bazirganîya Cîhanî de dora 3.000 kes hatibûn kuştin.

Salvegera îsal çend demjimêr piştî gotara Serok Obama ya ser stratejîya dijî DAÎŞ tê ku li Îraq û Şam kiryarên terorîstî dike.

XS
SM
MD
LG