Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokeyeke Şer ya Rejîma Sûrî li Reqa Hate Xwarê


Wêne ji arşîvê ye.

Çalakvanên Sûrî dibêjin, firokeyeke leşkerî ya hikûmeta Sûrî îro Sêşemê li paytexta defakto ya rêxistina Dewleta Îslamî hate xwarê û di encamê de heşt kes hatin kuştin.

Li gorî çalakvanekî xwecihî û rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov li Sûriyê, ne diyar e ka firoke li bajarê Reaq hate xwarê ji aliyê mûşekên dijî fikoyan ve an bi sedema problemeke teknîkî hatiye xistin.

Li Şama paytext jî, şeveqê zû serhilda bi riya karîzan hewil dan derbarsî nav deverên jêr kontrola hikûmetê û êrîş birin ser leşkerên artêşê. Ev cara yekê ye ku serhildayên opozisyonê hewil didin derbasî deverên jêr destê hêzên hikûmetê li paytextê bibin.

Di encama wê êrîşê de, bi kêmî 18 şervanên opozisyonê li devera Mîdan ya başûrê Şamê hatin kuştin. Rêvebirê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov Ramî Ebdulrehman got, du komên serhildayan bi riya tunelên bin erdê derbas bûbûn, jibo êrîşkirina xaleke kontrolê ya hikûmeta Sûrî.

Şervan ji çend komên serhildayan pêk dihatin, di nav wan de Cebhet el Nusra ya ser bi el Qayîde ve.

Li gorî çalakvan Memûn Eyûbî li Şamê, şerê navbûrî çar demjimêran dirêj kir. Wî got, bi vê êrîşê şervanan dixwest fişara hêzên hikûmetê ji ser serhildayan li rojhilata Şamê sivik bikin.

XS
SM
MD
LG