Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Banka Asya li Tirkiyê Dibe Armanca Hikûmeta AKP


Bazara sehman ya Tirkiyê ragirtineke demkî li ser Banka Asyayê hilanî ye, piştî ku mehekê hesabên wê cemidandibû.

Ev bank bûye qurbaniya nakokiya siyasî di navbera Serok Recep Tayyip Erdogan û û hevalbendê wê yê berê, melayê Îslamî Fethullah Gulen de. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, Gulen û mirîdên wî tawanbar dike ku ew hewil didin hikûmetê biroxînin.

Ahmet Beyaz, rêvebirê Giştî yê Banka Asyayê dibêje, banka wî ketiye nav vê nakokiyê de jiber kesayetiyên pilebilind li nav bankê û herwiha jiber ku hinek hevparên bankê wekî mirîd û piştgirên Gulen tên dîtin.

Şirovekar dibêjin, li vê dema ku şerê AK Partî bi tevgera Gulen re berdewam dike, ne mumkin e zehmetiyên Banka Asyayê di demeke nêzîk de bidawî bên.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG