Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

General Dempsey: Ji Hewlên Dijî DAÎŞ re Demeke Dirêj Hewce ye


Serokê Hêzên Hevbeş yê Amerîka General Martin Dempsey do Sêşemê ji komsîyoneke Kongresê re ser gefa DAÎŞ ya li Îraqê peyîvî.

General Dempsey got, eger ew biryar bide ku divê hêzên şerker yên Amerîkî li erdê bi leşkerên Îraqî bin, hîngê ewê ji Serok Obama daxwaza wê yekê bike.

Dempsey got, şîretvanên Amerîkî wek şîretvanên şerkerî li wî welatî dixebitin û nîyeta wan tune ku di demeke nêzîk de wan bikin hêzên şerker.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Chuck Hagel ji jî di heman rûniştinê de hazir bû. Hagel ji komsîyona Kongresê re got, ji hewlên dijî tunekirina DAÎŞ re demeke dirêj û hevalbendên karîger hewce ye.

Hêjayî gotinê ye, Serok Obama gelek caran dîyar kiribû ku ewê careke din hêzên Amerîkî neşîne Îraqê.

XS
SM
MD
LG