Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şelal Gedo: Jibo Kobanê Nebe Şengala Duyemîn Divê DAIŞ Bê Rawestandin


Şelal Gedo.
Şelal Gedo.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûrîyê (PÇDKS) Şelal Gedo, êrîşên rêxistina terorîst DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û hewildanên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) dinirxîne.

Endamê ENKS’ê li nav opozîsyona Sûrîyê Şelal Gedo, ji Dengê Amerîka re dîyar dike, ew bi mebesta ku Kobanê nebe Şengala duyemîn û êrîşên DAIŞ’ê werin rawestandin di nav hewildanê de ne.

Ew, herwiha spasiyê li Tirkîyê dike ku sînorên xwe ji penaberên Kobanê re vekirine û hêvî dike alîkariyên zêdetir werin kirin.

Birêz Gedo dide zanîn, li demeke nêz şandeke mezin ya opozîsyona Sûrîyê ku ji ENKS’ê Dr.Ebdulhekîm Beşar jî di nav de ye diçe serdana Amerîkayê ku wê rewşa Kobanê jî di rojevê de be.

Ew dibêje,“Jiber ku em ne hêzeke çekdar in, em jibo çareyên siyasî danûstandinan dikin da ku bi piştgiriya derve DAIŞ’ê bidin rawestandin.”

Şelal Gedo destnîşan dike, ji her Kurdekî tê xwestin ku erda xwe biparêze ku niha ne dema nakokiyan dema yekîtiya Kurdan e.

Hevpeyvîn bi Şelal Gedo re
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:58 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG