Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jibo Kurdên Sûrî, Polîsê Tirk û Xwepêşanderên Kurd Şer Kirin


Kurdên Sûrî li ser Sînorê Tirkiyê

Hêzên ewlekariya Tirkiyê îro Yekşemê gaza îsotê û av li hember bi dehan xelkên Kurd li gundekî nêzîk sînorê Sûriyê bikar anîn. Li wir bi deh hezran penaber sînor derbas kirine da ku ji êrîşên koma Dewleta Îslamî birevin.

Dengê teqelêdanê ji aliyê Sûriyê dihat, cihê ku penaber lê kom bûbûn piştî ku desthilatdarên Tirk bi awayekî demkî sînor girtibû.

Polîsê li ser erdê got ku wan hewil dida rê li ber şervanên Kurd bigirin, yên ku dixwestin derbasî Sûriyê bibin. Lê belê, televizyona NTV ya taybet ragihand, wan Kurdan dixwest alîkariyê bibin Sûriyê. Ajansa Anadolu ya dewletê jî ragihand ku xwenîşanderên Kurd kevir avêtin hêzên ewlekariyê.

Ajansa penaberan ya Neteweyên Yekbûyî roja Yekşemê got ku 70 hezar Kurdên Sûriyê di nav 24 demjimêran de derbasî Tirkiyê bûne. Ev kes ji ber êrîşên mîlîtanên Dewleta Îslamî ve reviyane ku jimareke gundên Kurdan li herêma Kobanê ya bakurê Sûriyê bombebaran kirine.

XS
SM
MD
LG