Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî yên Amerîka Dijî DAÎŞ li Sûrîyê Berdewam in


Hevalbendîya bi rêberîya Amerîka bo roja duyê êrîşên esmanî kire ser rêxistina Dewleta Îslamî (DAÎŞ) li Sûrîyê.

Berdevkê Pentagon Rear Adm. John Kirby dibêje êrîşa roja Çarşembî, îro li ser deverkê hat kirin ku çekdarên DAÎŞ bi kartanîn bo veguhastina çekan ji ser tixûb re bo Îraqê.

Kirby di kaenala televêzyona CNN de got Amerîka herwiha êrîş kire ser armancên DAÎŞ li Îraqê nêzîkî bajarê Hewlêrê û Bexda ya paytaxt.

Kirby dibêje Amerîka di êrîşên duh de, ew zîyanên ku dixwest gehandin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan radigihîne ku 120 çekdarên DAÎŞ û El Qayde roja Sêşembê hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG